Fotograf: MA
Polîsan vê sibê li Mêrsînê bi ser mala Osman Şîbanî de girtiye û ew desteser kirine.
Şîban tevlî Servet Tûrgûtî, di 11ê Îlona 2020an de li Şaxê, navçeya Wanê cendermeyan ew desteser kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn. Tûrgût li nexweşxaneyê can dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Şîban ji bo lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Wanê dimeşîne, desteser kirine. Polîs di saetên sibehê de bi ser mala Osman Şîbanî ya li Taxa Guneşê ya li Akdenîza Mêrsînê de girtine û ew desteser kirine. Şîban ji bo kontrola tenduristiyê birine Nexweşxaneya Dewletê ya Torosê.
Osman Şîbanê ku tevlî Servet Tûrgûtî piştî li Şaxê, navçeya Wanê, cendermeyan ew li navçeya Wanê desteser kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn, polîsan ew desteser kiriye. Şîban ji ber rewşa wî ya tenduristî û derûnî ne guncav e, serbest bûye.
Şîban piştî ku ji nexweşxaneyê derketibû, vegeriya bû mala xwe ya li Mêrsînê. (FD)