Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolu Kulturê ku ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017yê û vir ve girtî ye bi munasebeta 11emîn salvegera kuştina Hrant Dînkî peyamek ji rojnameya Agosê re şand.
Kavalayî di peyama xwe de wiha got:
Hrantê Xoşewîst, Piştî Onat Kûtlarî tu duyemîn hevalê min ê nêzîke ku hatiye kuştin. Guleya ku te, wêrekî û jiyana te ya te bi hezkiriyê wê bû, me jî bi mînaka nebaşiyê ya xedar a sawnak re rû bi rû hişt. Me hewl da ku ji bo bi vê êşê karibin em jiyanên xwe têkildarî jiyana te bikin û berdewamiyê di wî tiştî de bikin ku hin tiştan ji de bigrin. Tiştên ku me ji te wergirtin êşa me veguhest û hîmên wicdanê me ava kirin. Ji bo van tiştan, ji bo ew hêza berxwedanê ya ku te daye me em spasiya te dikin. | |
(EKN/FD)