Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
13em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi piraniya dengan biryar daye ku Osman Kavala girtî bimîne. Doza Parka Geziyê û Çarşiyê kiribûn yek û girtina Osman Kavala li ser vê dosyeyê hatiye lêkolînkirin.
Dadgehê di hêcate xwe de gotiye: "Çawanî û wesaf sûcê ku Kavala pê tawanbar dibe, qonaxa darizandinê, nebûna delîlên şênber ku gumana xurt a çalakiya cezayî ya têkildarî sûc û tedbîrên kontrola edlî nîşan dide, wê kêm be."
Biryar bi piraniya dengan hatiye stendin, yek ji dadgerên endam li dijî biryarê derketiye.
Dadgehê danişîn taloqî 17ê Kanûna Paşiyê ya 2022an kiriye.
Çi bûbû?
Osman Kavalayî di 8ê Hezîrana 2018an de bi rêya parêzerên xwe serî li DMMEyê dabû û gotibû biryara girtina wî ya demkî li dijî Xala 5em a PMMEyê ye ku derbarê mafê jiyan û azadiyê de ye. Kavalayî her weha diyar kiribû ku biryara girtina wî ji ber sedemên siyasî ne.
Di Doza Geziyê de ji bilî Osman Kavala, Serokê, Lijneya Rêveber a Anadolu Kulturê 15 kesên din tên dadgehkirin. Tenê Kavala girtî ye. Dadgehkirinê di 24ê Hezîrana 2019an de destpê kiribû. Kavala di vê dozê de beraet kiribû lê piştî wê dozeke din bi tohmeta ku "sîxurtiya leşkeri yan jî siyasî kiriye" careke din hatibû girtin. Hîna li Girtîgeha Sîlîvriyê tê girtin.
Derbarê Osman Kavalayî de
Di sala 1957an de li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Di sala 1982ê de weke rêveber li Kavala Grûbê dest bi kar kiriye.
Tevlî Mûrat Belgeyî Weşanxaneya Îletîşîmê ava kiriye ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye.
Weke endam din ava Konseya Karî ya Tirk-Polonan de, Konseya Karî ya Tirk-Yewnanan, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Rojhilatê Başurê Ewropayê) û hin dezgehên karî û civakî sivîl de kar kiriye.
Endamê Lijneya Rêveber ê TESEVê, endamê Lijneya Şêweber ê Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê, piştevanê Tarih Vakfi û Diyarbakir Kultereviyê ye.
(TP/AY)