OSCEya ku Erdoganî gotibû “ma tu kî yî” çi ye?

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Recep Tayyîp Erdoganê serokkomar piştî referandûmê li Konyayê li mîtîngekê axivî. Wî got:
“Agît tu kî yî? Yaw! Pêşiyê bizane hedê te çi ye?”
Ji OSCEyê heyeta Nivîsîngeha Saziyên Demokratîk hatibû Tirkiyeyê û ji beriya raporê pêşraporek belav kir.
Heyet bi vexwendina hikûmeta dewletan diçin wan dewletan. OSCE bi daxwaza fermî hatibûn Tirkiyeyê.
Di heyetê de kî hebûn?
*Serokê Heyetê Tana de Zulueta (Îtalya)
*Cihgirê Serokê Heyetê Meaghan Fitzgerald (Amerîka)
*Pisporê Analîzên Siyasî Stefan Szwed (Polonya)
*Pisporê Analîza Hilbijartinan Ivan Tsikota (Belarus)
*Pisporê Analîzan Marla Morry (Kanada)
*Pisporê Analîza Medyayê Alain Chabod (Fransa)
*Koordînatorê LTOyê Carlo Pappalardo (Îtalya)
*Pisporê Operasyonan Kyle Bowers (Amerîka)
*Berpirsê Fînansê Roman Railean (Romanya)
*Pisporê Tedarîq û Hevpeymanan Tomasz Janczy (Polonya)
*Berpirsê Ewlehiyê John Wayne Pilgrim (Kanada)
Pêşrapor
OSCEyê di pêşrapora xwe de diyar kiriye ku partiya desthilat, serokkomar û gelek organên medyayê ji bo dengê “erê” xebitîne.
Ji bo dengê “na” derfet nehatine dayin. Polîsan tûndkarî kiriye. Mûdaxeleya civakê kiriye.(HK/MB)