Ji bo nûçeya Tirkî
Ajansa Nûçeyan a Reutersê di nûçaya xwe ya îro belavkir de ragihand ku ber bi Minbicê ve pêşketina Hêzên Sûriya Demokratîk didome û 10 km maye ku bigihêjin navçeyê.
Herêma Minbicê yek ji cihên stratejîk e ku di bin kontrola DAIŞê de ye.
Minbic nêzî 40 km dûrî sînorê Tirkiyê ye. Navçe di navbera kantonên Efrîn û Kobanê de li ser korîdora DAIŞ-Tirkiyê ye.
Navçeya Minbicê 130 km dûrî Reqqayê ye. Ji bo bidestxistina xeta Manbic-Mareyê ku korîdora navbera DAIŞê û sînorê Tirkiyeyê ye, operasyona li ser Manbicê gelek girîng e.
Acizîyên navbera Amerîka-Tirkiyeyê de
Piştî destpêkirina Operasyona Minbicê di navbera Amerîka-Tirkiyeyê de kêşe pêk hat. Bi taybetî di medyaya Ewropayê de hat gotin ku eger kurdên Sûriyê wê herêmê bi dest bixin, dê zêdeyîya sînorê başûr bikeve bin kontrola kurdan û Tirkiye jî ji vê yekê aciz e.
Ji xwe Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu di 31ê Gulanê de li Antalyayê ragihandibû ku herêma Menbic-Azez-Cerablus ku weke ‘Xeta Menbic-Mare’yê tê binvakirin, dibe ku ji hêla Amerîka û Tirkiyeyê ve bi operasyoneke hevpar ji DAIŞê bête paqijkirin. Lê wî wezîrê behsa hêzên kurd nekir.
Amerîka jî di daxuyaniyên xwe de dibêje ku zêdeyîya yekîneyên ku operasyonê pêk tînin ereb in. Li gorî nûçeya ku bi imzeyên Geoff Dyer û Rebecca Collard ve di Financial Timesê de hat weşandin, rayedareke amerîkî gotiye ku eger herêmên li bakurê Sûriyê ji destê DAIŞê were hilanîn jî, dê herêm dîsa din kontrola wan hêzan (ku piraniya wan ereb in) de be. Bi vî awayî him acizbûna Tirkiyê him jî acizbûna aliyên sûnî ku naxwazin bi bin kontrola kurdan de bijîn, dê were çareserkirin.
Tackir Kobanê: Zêdeyiyê şervanan ereb in
Li gorî daxuyaniyên ku ji herêmê tên dayîn jî zêdeyîya yekîneyên bejahiyê ku operasyona ser Minbicê pêk tînin, ji hêzên ereb pêk tên.
Berdevkê HSDê Tackir Kobanê bi hevpeyvîneke ji Sputnikê re ragihand ku bi 12 hezar leşkeran ve operasyon tê lidarxistin, piraniya şervanan ereb in, heta niha 15 gund hatine rizgarkirin û 9 km maye ku bighêjin navenda navçeyê.
Tirkiye di operasyonê de cih nagire
Di van operasyonan de Tirkiye bi ti awayî cih nagire. Li gorî nûçeya Reutersê ku rayedareke artêşa tirk ragihandiye ku ji ber beşdarbûna YPGê û herêm dûrî menzîlê fuzeyên tirk ew di operasyona Minbicê de cih nagirin.
Lêbelê li gorî nûçeyên ku di medyayê de cih girtibûn de dihat gotin ku Tirkiye ji operasyona Minbicê ku HSDê pêk tîne, aciz e lê Amerîka ji bo pêkanîna operasyonê Tirkiyeyê jî îkna kiriye.
Hevkarî heye an na?
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Bilinken di 13ê Gulanê de ragihandibû ku wan ji bo paqijkirina xeta Minbic-Mareyê bi Tirkiyeyê re li hev kirine.
Çavuşoglu jî di 30ê Adarê de gotibû: ‘Nabe ku em ji ber PYDê ji Amerîkayê bixeyîdin.’
Li gorî nûçeyên ku îro hatine belavkirin, dê bajêr ji hêla konseyeke sivîl ve dê were birêvebirin. Em dikarin bêjin ku ew operasyon di navbera wan aliyan de weke hemleya parastina dengeyê ye.
(HK/YO)