* Fotoğraf: Kars, Cüneyt Çelik / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna derbarê çalakîyên Kobanê yên ku di 6-12ê Çiriya Pêşiya 2014an pêkhatibû de li 7 bajaran derbarê 82 kesan de biryara desteserkirinê daye.
Di çarçoveya lêpirsînê de endamên Lijneya Birêvebirinê a Navendî(LBN) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
Kesên heta niha diyar bûne ku hatine desteserkirin ev in:
Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyon3e (RTUK) yê HDPyê Alî Urkut, Endamê Komisyona Karûbarên Derve yê HDPyê Nazmî Gur, Endamên berê yên LNByê yên HDPyê Can Memîş, Gulfer Akkaya, Berfîn Kose, Bîrcan Yorûlmaz, Endamê LNByê yê HDPyê Alp Altinors, parlamenterên berê yên HDPyê Sirri Sureyya Onder, Ayla Akat Ata, Emine Ayna, Beyza Ustun û Altan Tan, endama Meclîsa jinan a HDK-HDPyê Dilek Yagli, endamê berê yê Pardiya Meclîsa HDPyê Pervîn Oduncu, berdevkê berê yê HDPyê Gunay Kubilay.
Fotograf: AA
Şevîn Alaca, Hevşaredara Qersê li ser hesabê xwe yê medya civakî diyar kiriye, derbarê Bîlgenî de 4 roj biryara desteserkirinê dane.
Parêzer Levent Pîşkînî ji bianete re got ku kesên li Stenbolê hatine desteserkirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê û ji wir jî wan şandine Enqereyê. Pîşkînî diyar kir ku heta 24 saetan qedexeya hevdîtina bi desteserkiriyan re heye, ji ber wê destûr nedane parêzer biçin bal wan.
Altan Tanî jî desteser kirine
Altan Tan, parlamenterê berê yê HDPê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye, ew li mala xwe ya Amedê hatiye desteserkirin.
Serdozgeriyê daxuyaniyek weşandiye
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û gotiye ku “Di 6, 7 û 8ê Çiriya Pêşiyê ya sala 2014an da li seranserê welêt ji bo bûyerên Kobanê di medyaya civakî da rêvebirên PKK/KCKyê, endamên LNByê yên HDPyî, çapemeniya PKK/KCK, Ajansa Nûçeyan a Feratê gelek bangewazî kirine.”
Serdozgeriyê diyar kiriye ku li 35 bajar, 96 navçe û 131 taxan ji 6ê Çiriya Pêşiyê heta 7,8 û 9ê heman mehê bûyer qewimîne û ji çalan kolandinê bigir heta bikaranîna çekên lûledirêj bi dar û keviran zirar û ziyan dan mal û milkan û avahiyên dewletê. Di encamê de jî 37 kes mirine.
Di berdewamiya daxuyaniya Serdozgeriyê de hatiye destnîşankirin ku di encama van bûyeran de 326 wezîfedarên ewlehiyê û 435 welatî jî birîndar bûne. Dîsa hatiye gotin ku Hat di çarçoveya lêpirsîna bûyerên Kobanê da Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag Şenoglu, Hevserokên Giştî yên berê yên HDPyê girtî ne û ji bo binçavkirina 82 kesan jî li 7 bajaran operasyon tên kirin.
Lêpirsîn salek berê destpêkiri bû
Lêpirsîna ku ji aliyê Yuksel Kocaman, Serdozgerê Komarî ê Enqereyê ve dihat birêvebirin, salek berê destpêkiribû. Di çarçoveya lêpirsînê de cara yekem îfadeyên Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevserokên Giştî yên berê yê HDPê hatibû girtin. Demîrtaşî di doza ku tê de dihat dadgehkirin ku ji ber wê dozê girtîbû tehlîye bûbû. Heman rojê, di çarçoveya “lêpirsîna Kobanê” de îfadeya wî girtibûn û dîsan derbarê wî de biryara girtinê dabûn. (TP/AY/FD)