Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Omer Farûk Gergerlîoglû, Parlamenterê HDPê piştî ku parlamenteriya wî hatibû betalkirin, li meclîsê “Nobeta Edaletê” dabû destpêkirin. Gergerlîoglû dema diçe destşokê ji aliyê polîsên ku hatine meclîsê ve hatiye desteserkirin. Polîsan nehîştine Gergerlîoglû cil û bergên xwe li ber bike. Her weha nehîştinê nimêjê jî bike.
Gergerlîoglû di dema desteserkirinê de weha gotiye:
“Me ev dîmena di salên 90î de jî dît. Mixabin ji sala 94an heta îro li vî welatî tiştek neguheriye. Ez dema diçim destşokê têm desteserkirin.”
Derbarê Gergerlîoglûyî de lêpirsînek nû hatiye destpêkirin
Ajansa Mezopotamyayê ragihandiye ku bi sedan polîs hatine meclîsê û bi darê zorê Gergerlîoglû desteserkirine û ji meclîsê derxistine. Ajansê diyar kiriye sedema desteserkirina Gergerlîoglû di çarçoveya lêpirsînek nû de bûye ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê daye destpêkirin.
Destpêkirina “Nobeta Edaletê” li meclîsê di lêpirsînê de weke hincet hatiye nişandan ku Gergerlîoglû di 17ê Adarê de piştî ku parlamenteriya wî betal bûbû dabû destpêkirin.
Di lêpirsînê de “Derneketina Gergerlîoglû ji meclîsê, hê jî sekna wî ya weke parlamenter, daxuyanî dayîna wî ya li ser medya civakî, pêkanîna weşana zindî, bêyî ku mafê wî be sekna wî ya li avahîya dewletê” weke sûc hatiye nişandan.
Bahçelî weke hedef nîşandabû
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî ê Partiya Tevgera Netewperest(MHP) duh li ser hesabê xwe yê medya civakî Omer Farûk Gergerlîoglû weke hedef nîşandabû.
Bahçelî weha gotibû:
“Ger di vî mijarê de desthilatdariya Serokê Parlamentoya Tirk bi sînor be, bi awayekî bi lez wê pêşniyarnameyek bê amadekirin û di Lijneya Giştî de were pesendkirin wê deme mimkun dibe ku Gergerlîoglû li ber deriyê Parlamentoyê bi nivînan were danîn û mijar lezgîne.”
(AY/EMK)