Ocalan: “Sosyalîzm, civak e. Civaktî ye. Sosyalîstî jî civakbûyîn e. Pêwîste bi vê têgihiştinê siyaset bê kirin.”

Meşa Ciwanên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a ji bo 76emîn rojbûna Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di roja 3emîn de ye. Ciwanên ku di 1ê Nîsanê de ji Amedê ber bi Amarayê ve meşiyan, tevlî Festîvala 4ê Nîsanê ya li taxa Xelfetî hat lidarxistin bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di festîvalê de peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ya ji bo ciwanan hate xwendin.
Peyama Ocalan wiha ye:
“Meha Nîsanê ji bo min Ronesansek e. Zayînek ji nû ve ye. Meşa ciwanan, meşa ber bi azadiyê ve ye. Meşandina ber bi azadiyê ve, bi wate ye. Ez diçûm ku min xwe bi rêxistin dikir. Gava ez diçûm dibistanê komek min a ku bi min re tevdigeriya hebû. Civakbûyîn bi vî awayî çêdibe. Ji zaroktiya xwe heya niha ez vî tiştî dikim.
Sosyalîzm, civak e. Civaktî ye. Sosyalîstî jî civakbûyîn e. Li Kurdîstanê jî pêwîste bi vê têgihiştinê siyaset bê kirin. Navê wê siyaseta civakî û sosyalîst e. Ev jî bi rêxistinkirinê dibe. Rêxistinî, karê herî girîng e. Heger hûn nekin, ez ê bi tunî rexne bikim. Ji bo wê (jî) li her derê pêwiste hûn xwe rêxistin bikin. Her derê (jî) rêxistin bikin. Piştgiriya xebatên we dikim, silavên xwe ji we re dişînim.”
(AEK/AY)