Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê aşkere kiriye ku Ocalan bi awayekî kurt bi birayê xwe re bi rêya telefonê axiviye. Ji 27ê Nîsana 2020an pê ve ahagî ji Ocalan nehatiye giritin û heftaya borî hatibû îdiakirin ku Ocalan miriye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyarkiriye ku hevdîina bi rêya telefonê gelek kurt bûye û axavtin hatiye birîn û derbarê rewşa tenduristiya miwekilên xwe de agahî nestendine.
Buroyê destnîşan kiriye ku Axavtina Hamîlî Yildirim ku ew jî li îmraliyê ye jî pir kurt berdewam kiriye lê Hayrî Konar û Veysî Aktaş ji ber ku rewşa tecrîtê protesto kirine, hevdîtin pêk neanîne”
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya de weha gotiye:
"Dozgeriyê gazî malbatên muwekîlên me Birêz Abdullah Ocalan, Birêz Omer Hayrî Konar, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Veysî Aktaş kirine ku bi telefonê bi muwekîlên me re biaxivin. Birêz Ocalan gava bi birayê xwe re axivî, di demeke kurt de telefon qut bû û piştî vê hevdîtin dewam nekir. Hevdîtina bi Birêz Hamîlî Yildirim re jî kurt dewam kir. Birêz Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî şert û mercên tecrîdê şermezar kirin û ji ber vê hevdîtina bi telefonê qebûl nekirin.”
“Wek tê zanîn me ji 27ê Nîsana 2020an heya niha tu agahî ji Birêz Ocalan nedigirt. Herî dawî parêzerên buroya me di 7ê Tebaxa 2019an de hevdîtin pê re kiribûn. Lê piştî ku di 14ê Adara 2021ê de li ser medyaya sosyal derbarê jiyana Ocalan de hin îdiayên cidî hatin parvekirin, me jî ji bo esehiya tenduristiya wî û ji bo her roj hevdîtên pê re bên kirin, serî li dozgeriyê da. Lê belê serlêdanên me nehatin qebûlkirin.”
“Îro jî di warê rewşa tenduristiya Birêz Ocalan de agahîne zelal bi dest me neketin. Daxwaza me ya ji bo hevdîtina li Îmraliyê didome. Her wiha Birêz Ocalan jî di vê hevdîtina kurt de nepkanîna vê daxwazê qebûl nekiriye û destnîşan kiriye ku ya tê kirin li dijî hiqûqê ye. Piştî vê hevdîtin qut bûye. Em van geşedanan bi raya giştî re parve dikin û bang li rayedaran dikin ku li gor hiqûqê tevbigerin."(EKN/AY)