Fotograf: MA
Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê êrîşa Tirkiyeyê ya li Gundê Perexê yê Zaxoyê de daxuyaniyek nivîsandiye.
Li Gundê Perexê duh 20ê Tîrmehê, li seyrangehekê teqîn pêk hatibû. Di encamê de 8 kes miribûn 31 kes jî birîndar bûbûn. Li gorî daxuyaniya Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê, Fûad Husên, Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) ev êrîş pêk aniye.
Ofîsa Berdevkiyê ya Sekteretê Giştî yê NYyê di daxuyaniyê de gotiye: "Sekreterê Giştî topbarana li dijî navçeya Zaxo ya Dihokê ya Herêma Federal a Kurdistanê bûye şermezar dike."
Di daxuyaniyê de hatiye xwestin ku lêpirsîna bûyerê bibe.
YEyê jî şermezar kiriye
Ofîsa Nûnerê Bilind a Têkiliyên Karê Derve û Polîtîkaya Ewlekariyê ya Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrellî jî daxuyaniyek weşandiye û êrîş şermezar kiriye: "YE bi gelê Iraqê re ye. Hedefgirtina sivîlan tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî. Divê lêpirsîneke bibandor were destpêkirin."
Iraqê bang li Balyozê Tirkiyeyê kiriye
Wezareta Karûbarên Derve ya Iraqê ji ber êrîşa li Zaxoyê bang li Serbalyozê Tirkiyeyê yê li Bexdayê, Alî Riza Guneyî kiriye.
Wezaretê ji Serbalyozî re gotiye ku "çalakiyeke provokator e û bila binpêkirin werin sekinandin.” Her weha ji Guneyî re diyar kiriye ku Iraq wê li dijî van bombebardimanan bêdeng nemîne. (FD)