Fotograf: UN
Lijneya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (LENY) ji ber şewba koronavirusê ango Covid-19ê agirbesteke cîhanî ya bo 90 rojan ragihandiye.
Fransa û endamê demkî Tunisê bernivîsa derbarê agirbestê hazir kirine. Bernivîs di civata 15 endaman de bi yekdengî hatiye pejirandin.
Antonio Guterres, Sekreterê Giştî yê NYê piştî qebûlkirina bernivîsê kêfxweşîya xwe gotiye û bang li dewletên cîhanê kiriye ku hewlên ji bo aştîyê du qatan zêdetir bikin.
Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di 11ê Adarê de gotibû vîrusa koronayê pandemî ye û di 23ê Adarê de jî Guterresî banga agirbesta cîhanî kiribû. Lê ji ber nîqaşên li LENYyê agirbest çênebûbû.
Operasyonên leşkerî yên li dijî DAIŞ, El-Nusra, El-Qaîdeyê û komên girêdayî wan li derveyî agirbesta cîhanî ne. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka