NYê gotiye xwendekarên Bogazîçiyê serbest bihêlin

Fotograf: Dîlek Şen / bîanet
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî(NY) bang kiriye ku bila kesên di xwepêşandanên Bogazîçiyê de hatine girtîn û desteserkirin were berdan û polis bila dawî li bikaranîna hêza zêde bîne.
Herweha Komîseriyê diyarkiriye ku wan daxuyanîyên rayedaran yên cûdaxwaz û hestên nefrete çêdikin yên derbarê LGBTİyan de şermezar kiriye.
Di peyama Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a NYê ya ku li ser hesabê Twîtterê belav kirî de weha hatiye gotin:
“ Em dixwazin ku xwepêşander û xwendekarên ji ber ku tevlî xwepêşandanên aştiyane bûne, hatine girtin bila demildest were berdan û polis bila dawî li bikaranîna hêza zêde bîne.”
“Em daxuyaniyên rayedaran yên cûdaxwaz û hestên nefretê çêdikin yên têkildarî LGBTİyan şermezar dikin.(EKN/AY)