Fotograf: AA
Piştî ku Talibanê Kabûl, paytexta Afganistanê bi dest xistiye û dest daniye ser rêveberiya wî welatî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (KENY) biryar girtiye ku civîneke awarte li dar bixe.
Li gor çavkaniyên dîplomatîk, civîn wê îro (16ê Tebaxâ 2021an) saet di 10.00ê de li ser daxwaza Norwêc û Estonyayê bê lidarxistin.
Hêzên Talibanê duh (15ê Tebaxê) derdora bajarê Kabulê, paytexta Afganistanê dorpêç kiribûn û di demjimêrên êvarî de beşek ji hêzên wê derbasî nav hin taxên Kabûlê bûbûn.
Hêzên Talibanê herwiha dest danîbûn ser Koşka Serokomariya Afganistanê û televîzyona netewî ya wî welatî.
Li aliyekî din, Mihemed Eşref Xenî, Serokomarê Afganistanê duh ji welat ber bi Tacikistanê ve çûbû.
Talîban: "Em ê Îmarata Îslamê ragihînin
Berpirsekî Tevgera Talîbanê ragihandiye ku tevgera wan wê di demeke nêzîk de "Îmareta Îslamî" ji Qesra serokatiyê li Kabulê ragihînin.
Li gorî nûçeya dengê amerîkayê, Associated Press (AP)yê destnîşan kiriye ku berpirsekê Talîbanê bi şertê navê wî neyê diyarkirin ew zanyarî daye.
Zabîhûllah Mucahîd, peyvdarê Talîbanê di twîtekê de wiha nivîsandiye: "Yekîneke leşkerî ya Îmareta Îslamî ya Afganistanê, kete nava Kabulê bo ragirtina ewlekariyê." Herwiha got "pêşketin bi şêweke xwezayî dê dom bikin."
Sê berpirsên paye bilind yên Talîbanê ji ajansa Frans Press ya Nûçeyan (AFP) re gotine, serhildayan qesra serokatiyê kontrol kirîye.
Li ser medyaya civakî vîdeoyek hatiye weşandin ku tê de diyar dibe endamên Talîbanê di avahiyê qesra serokatiyê dane.
Li aliyek din Reutersê ragihandiye ku Peyvdarê Talîbanê gotiye, wan ferman daye grûpên xwe yên çekdar bikevin Kabulê, ji bo rêgiriyê li ber talankariyê bigirin. (FD)
Çavkanî: Dengê Amerîka