Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(KBPNY) aşkere kiriye ku li Ukraynayê di şerê Rûsya û Ukraynayê de herî kêm hezar û 417 sivîl mirin e û 2 hezar û 38 sivîl jî birîndar bûne. Her weha piştî êrîşan 4 milyon û 176 hezar û 401 penaber derbasî welatên cîran bûne.
Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(KBPNY) daneyên têkildarî krîza penaberan ya li Ûkraynayê belav kiriye. Li gorî daxuyaniyê ji 24 Sibatê heta 2ê Nîsanê 4 mîlyon û 176 hezar û 401 penaber ji Ûkraynayê derbasî welatên cîran bûne. Ji nîvî zêdetirê wan derbasî Polonyayê bûne.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku hejmara koçberên Ukraynayî yên derbasî welatên cîran bûne wiha ne: Polonya (2 milyon û 429 hezar û 265), Romanya (635 hezar û 816), Moldova (392 hezar û 933), Macaristan (385 hezar û 783) û Slovakya (298 hezar û 183). Di 21-23ê Sibatê 113 hezar kes ji herêmên Donetsk û Lûhanskê derbasî Rûsyayê bûne.
IOM: 6 mîlyon û nîv sivîl cih û warên xwe bi cîh hîştine
Rêxistina Koçberan ya Navneteweyî (IOM) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî aşkere kiribû ku 6.5 milyon sivîl li nav Ukraynayê cih û warên xwe bi cîh hîştine.
Komîseriya Bilind a Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî(KBPNY) aşkere kiriye ku li Ukraynayê di şerê Rûsya û Ukraynayê de ji 24ê Sibatê heta 2ê Nîsanê herî kêm hezar û 417 sivîl mirin e û 2 hezar û 38 sivîl jî birîndar bûne. Her weha hatiye destnîşan kirin ku hejmara mirî û birîndaran dibe ku ji hejmara diyarkirî zêdetir be. (AS/AY)