Saziya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) derbarê bandora şerê navxweyî ya li Sûdanê berdwam dike de daxuyaniyek da. Li Sûdanê 10 meh in ku krîza herî mezin a ji cîhûwarkirinê ya cîhanê heye.
Di daxuyaniya nivîskî ya WFP'ê de hat gotin, “Li Sûdanê herî kêm 25 mîlyon mirov bi rêjeyên bilind ên birçîbûn û kêmxwarinê re rû bi rû ne. Mixabin niha fonên me tune ne û derfeta me jî nîne ku em di asta pêwîst de xwe bigihînin mirovên hewcedar.”
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama pevçûnên li Sûdanê de, zêdetirî 13 hezar kes mirin.
“Krîza ku li ser krîzê hatiye avakirin”
Berdevka WFPyê Annabel Symingtonê diyar kir ku her hefte bi hezaran malbat ji cih û warên xwe dibin û neçar dimînin sînoran derbas bikin û ber bi Çad û Sûdana Başûr ve biçin.
Li gorî WFPyê, nêzî 3,8 mîlyon zarokên Sûdanî yên 5 salî û temenê wan kêmtir bi qasî hewce dike nikarin xwarinê bidest bixin.
Li welat ji Nîsana 2023an û vir ve di navbera artêşê de ya di bin fermandariya Serokê Meclîsa Serwerî Orgeneral Abdulfettah El Burhanî de ye û Hêzên Piştgiriya Piştevan (HDK) de pevçûnên dijwar didomin.
NY: 10 milyon kes koçber bûne
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku ji ber pevçûnên li Sûdanê, hejmara kesên ku ji cih û warên xwe bûne derket 10,7 mîlyonî.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Sûdanê 9 milyon kes li hundirê welêt koçber bûne û 1,7 milyon jî Sûdanî koçî welatên cîran kirine. (AS/FD)