Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric derbarê desteserkirina 4 xebatkarên Ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) ya li Misrê ji aliyê polîsên wî welatî ve gotiye:
"Em ji nûçeyên girtin û dsteserkirina rojnamevanan her tim dikevin fikarê. Emê lêpirsîna mijarê bikin."
Dujarric di birifînga xwe ya rojane de di bersiva pirsa nûçegihanê AAyê ya derbarê binçavkirina xebatkarên Ajansa Anadoluyê li Misrê wiha got:
"Nûçeya wan (a binçavkirinê) min hê nedîtiye lêbelê em ji nûçeyên girtin û binçavkirinên rojnamevanan her tim dikevin fikarê. Emê lêpirsîna mijarê bikin."
Çi bûbû?
Polîsên Misrê girtin ser Ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) ya li Qahîreyê û 1 ji wan welatiyê Tirkiyeyê 4 karmend binçav kirin û birin cihekî ku nayê zanîn.
Bi dema Tirkiyeyê seat derdora 18.00ê ekîbên polîsan hatin ofîsê û kamêrayên çavdêriya girtin û xeta înternetê birîn.
Hêzên ewlekariyê heta destê sibê li ofîsê lêgerîn kirin û pasaport, telefonên mobil û kompîterên karmendan desteser kirin û nehişt ku peywendiyê bi derve re deynin.
- Sedema girtina ser ofîsê nehat destnîşankirin
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê AAyê şandin, piştî bûyerê parêzerê AAyê çû ofîsê lê ekîbên ku lêgerîn dikirin red kirin ku derbarê sedema wê yekê de agahiyê bidin.
Piştre polîsan parêzer derxist derve û lêgerîn domandin.
- Rojnamevan birin cihekî nediyar
Ekîbên polîsan rojnamevaneke jin a xebatkara ofîsa AAyê nîvê şevê serbest berdan lê 1 ji wan welatiyê Tirkî 4 kes jî heta sibehê li ofîsê asê hiştin.
Polîsan rojnamevanên navborî destê sibê birin cihekî nediyar.
Digel Berpirsê Karûbarê Darayî û Kardariyê yê Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê Hilmî Balci, Huseyn Qebbanî yê welatiyê Misrê, Huseyn Ebbas û xebatkarê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakî (SETA) Abdulselam Muhemmed hatine binçavkirin.
Meslehetguzarê Tirkiyeyê yê li Qahîreyê Kemalettn Eruygur hewlên pêwîst ên arasteyî Wezareta Karê Derve ya Misrê dan û mijarê ji nêz ve dişopîne.
Herwiha Meslehetguzarê Misrê yê li Enqereyê derbarê binçavkirina xebatkarên Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê ji bo Wezareta Karê Derve hat bangkirin.
- Wezareta Karên Derve: "Em ji meqamên Misrê dixwazin ku xebatkarên AAyê demildest bên berdan"
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî binçavkirina xebatkaran ji hêla hêzên ewlehiyê yên Misirê ve şermezar kir û got, "Em ji meqamên Misrê dixwazin ku yek jê welatiyê me xebatkarên AAyê yên hatine binçavkirin demildest bên berdan. Di vê tevgera bêperwa da, para welatên Rojavayî yên di azadiya çapameniyê da hesas xuya dikin, lê deng ji îxlalkirinên Misirê ra dernaxin, heye."
Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun got, "Helwesta dijminane ya rêveberiya derbekar a Misrê ya dijî xebatkarên Ajansa Anadoluyê nîşana wê yekê ye ku di bin aciziyeteke çawakî de ne."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin ji ber girtina ser Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê hevxemiya xwe gihand Rêveberê Giştî Şenol Kazanci.
- Meqamên Misrê daxuyaniyê nadin
Parêzerên AAyê û yên Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Qahîreyê derbarê sedema mijarê de daxwaza agahiyê ji meqamên Misrê kirin. Lêbelê ti bersiv nesitandin.
- Rêveberê Giştî yê AAyê Kazanci: "Meqamên Misrê pêdivê demildest xebatkarên AAyê serbest berdin"
Rêveberê Giştî yê AAyê Şenol Kazanci destnîşan kir ku helwesta hêzên ewlekariya Misrê ya li dijî çapemeniyê nayê qebûlkirin û wiha got, "Meqamên Misrê pêdivê demildest xebatkarên AAyê serbest berdin."
Kazanci anî ziman ku AAya ku di xeberguzariya kurewî de markayek e dê mijarê ji nêz ve bişopîne û dê vê meseleyê di rojeva çapemeniya navneteweyî de bihêle.
Wezîrê Edaletê Abdulhamit Gul: "Em çaverê ne ku xebatkarên AAyê yê ku li Misrê nahiqûqî hatine binçavkirin bên berdan û ez vê hewla bêperwa şermezar dikim."
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettin Koca, Wezîrê Werziş û Ciwanan Mehmet Kasapoglu, Wezîrê Perwerdeya Millî Ziya Selçuk û Serokê Giştiyê CHPê Kemal Kiliçdaroglu her yek bi peywendiya telefonê ji ber girtina ser Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê hevxemiya xwe gihandin Rêveberê Giştî Şenol Kazanci.
- Komeleya Medyayê girtina ser Ofîsa AAyê ya Qahîreyê şermezar kir
Komeleya Medyayê girtina ser Ofîsa Ajansa Anadoluyê (AA) ya li Qahîreyê û binçavkirina 4 xebatkarên wê ji aliyê polîsên Misrê ve, şermezar kir.
Di daxuyaniya Komeleya Medyayê de hat bibîrxistin ku polîsên Misrê girtine ser Ofîsa AAyê ya li Qahîreyê û yek ji wan welatiyên Tirkiyeyê 3 jî Misrî bi giştî 4 rojnamevan bi awayekî nahiqûqî binçav kirine.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Hêzên ewlekariyê agahî nedan parêzerên ajansê û herwiha destûr neda ku parêzer çavdêriya lêgerînê bike. 4 xebatkarên AAyê ji aliyê polîsan ve hatin revandin û bo cihekî neeşkerekirî hatin veguhastin. Metirsî ji rewşa jiyana xebatkarên ajansê heye. Sicîla hikûmeta derbekar a Misrê zêdekirina van fikran e."
Di daxuyaniyê de bal bo ser wê yekê jî hat kişandin ku meqamên Misrê agahîdana derbarê xebatkarên AAyê red dikin û wiha hat gotin:
"Ev helwest qet nayê qebûlkirin. Ev çalakiya polîsên Misrê ne tenê li dijî medyayê ye di heman demê de îhlala mafê mirovan e. Em weke Komeleya Medyayê hikûmeta Misrê şermezar dikin û dixwazin ku demildest xebatkarên Ajansa Anadoluyê yên ku bi awayekî nahiqûqî û dereqanûnî hatine rehîngirtin serbest bên berdan. Pêdivê hikûmeta Misrê vê helwesta xwe ya dijminane û kêfî ya li hember rojnamevanan biterîkîne. Lazim e ji Tirkiyeyê û ji malbatên wan kesên ku hatine revandin, lêborîn bê xwestin."
Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku dê Komeleya Medyayê di hemî platformên navnetweyî de vê mijarê bîne rojevê û dê heta dawî şopînerê pêvajoyê be.
(MB)
*Çavkanî û wêne: AA