Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Mîsyona Alîkariya Afxanistanê(UNAMA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh (1ê Kanûna Pêşiyê) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî der barê teqîna rojek berê ya li dibistaneke olî ya li Afganîstanê de agahî parve kiriye. UNAMAyê ragihandiye ku di bûyera li bajarê Samanganê de herî kêm 19 kes mirine.
Daneyên ku ekîbên UNAMAyê piştî teqîna li Medreseya Cîhadiye ya navçeya Aybekê bi dest xistine, derketiye holê ku di teqînê de 23 kes birîndar bûne û herî kêm 20 jê xwendekarên medreseyê bûne.
Berdevkê Wezareta Navxweyî a hikûmeta demkî ya Talîbanê Abdul Nafî Takor daxuyanî dabû çapemeniyê û diyar kiribû ku 10 kes mirine.
Ji aliyê din ve heta niha ti kesî berpirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Kesê bi navê Muhammed ê ku di bûyerê de birîndar bûye jî wiha gotiye: "Saet derdora 13.00an bûye. Dema teqîn pêk hat me due dikir."
Doktorekî nexwestiye navê wî were aşkere kirin ji ajansa nûçeyan a Agence-France Presse (AFP) re axivîye û gotiye, "nexweş hemû zarok û kesên ji rêzê ne" ku li Nexweşxaneya Bajarê Samaganê tên dermankirin.(SD/AY)