Ji bo nûçeya Tirkî
Komîsyona lêkolînê ya Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî rapora derbarê çalakiyên ku DAIŞê li Sûriyê û Îraqê pêk anîne de, eşkere kir.
Komîsyonê bi 45 kesan re ku di nav de rayedarên tenduristiyê, parêzer, rûspiyên olî, rojnameger û aktîvîst jî hene, hevdîtinan pêk anîne û bi wî awayî rapor amade kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku DAIŞê Êzidî qirkirin.
Di wê raporê de hat diyarkirin ku 400 hezar êzidî hatin kuştin, revandin, kolekirin û bi vî awayî li dijî wan hewldana qirkirinê pêk hat.
‘Xwestin ku nasnameya êzdîtiyê ji holê rakin’
Serokê Komîsyonê Paulo Sergio Pinheiro li civîna çapemeniyê ku li Ofîsa NYê ya li Cenevreyê hat lidarxistin de axivî got ku DAIŞ wê sûcê qirkirinê hêjî didomîne.
Pinheiro got: ‘Jin, zarok û mêrên ku destê DAIŞê de ne rastî wehşeteke ji dûrê aqilan hatin.’
Pinheiro ragihand ku DAIŞê di 3ê Tîrmeha 2014an de êrişî herêma Sîncan-Şengalê kirine û êzdiyên li wir bi darê zorê birine Sûriyê û diyar kir ku bi wan hewldanên dijmirovî xwestine ku nasnameya êzdîtiyê ji holê rabikin.
Pinheiro bangî Konseya Ewlehiyê ya NYê kir ku qirkirina li dijî êzdiyan pêk hatiye were qebûlkirin û ji bo rizgarkirina wan bikevin nav lîv û tevgerê û diyar kir ku ji bo wê sûcê dijmirovî divê serî li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were dayîn.
Çi bûbû?
Di sala 2014an de DAIŞê êrişî Şengalê kiribû û bi hezaran welatiyên êzdî qetil kiribûn. Bi hezaran welatiyên ji destê DAIŞê revîyabûn Çiyayê Sîncarê û gelek ji wan ji ber tî û birçîbûnê canê xwe ji dest dan.
DAIŞê bi hezaran jin û zarokê êzdî jî ji bo koletiyê bi wan bidin kirin revandibûn.