Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman nûçegîhanên dihaberê, 14 roj berê dema ji bo nûçeyekê li Hatayê li ser sînorê Sûriyeyê bûn hatibûn desteserkirin. Piştî 14 rojan Alayûmat û Akman derketin pêşberî dadgehê, Alayûmat hat girtin, Akman serbest ma.
Alayûmat û Akman piştî îfadeyên xwe yên dozgeriyê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê”, “alîkariya rêxistinê”, “li ser navê rêxistinê kirina xebatên milişiyê û hevkariyê” û “aşkerekirina razên Dewleta Komarî ya Tirkiyeyê yên ku divê nepenî bimînin” şandibûn Duyem Dadweriya Ceza ya Sulhê.
Li gorî nûçeya dihaberê, Alayûmat û Akmanî îdia qebûl nekirine û diyar kirine ku ew ji bo karê rojnamegeriyê li Hatayê bûne.
Dadweriyê daxwaza girtina Alayûmat û Akmanî ya ji ber “endamtiya rêxistinê” red kir lê derbarê Alayûmat de bi îdiaya ku “Zanyariyên dewletê yên ku divê nepenî bimînin bi armanca sîxuriya leşkerî û siyasî bidest xistiye” biryara girtinê stand. Herwiha Akmanî bi şertê kontrola edlî û derketina derveyî welat berda. (EKN/FD)