Nûçegihana A Haberê: Wan çavên xwe beloq kirin
Nûçegihana A Haberê diyar kir dema wê nûçeya li ser rojnamegerên girtî çêdikir hinek bûne asteng û nehêlane ew nûçeya xwe pêşkêş bike.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Nûçegihana A Haberê, Pinar Ozençê diyar kir dema wê nûçeya li ser rojnamegerên girtî çêdikir hinek bûne asteng û nehêlane ew nûçeya xwe pêşkêş bike.
“Wan wêneyên bersûcan kiribûn di destên xwe de, çavên xwe beloq kirin û bi dengekê bilind nehêlan nûçeya xwe pêşkêş bikim.”
Di vîdeoyeka li medyaya civakî belav bûyî de, diyar dibe ku endamekê DISK Basin Îşê, hewil dide ji nûçegihanê re bibêje:
Rojnameger hêj têne dadkirin û çênabe ew di nûçeya xwe de ji bo wan dibêje “xayînên welatî.”(HK/MB)
BIXWÎNE: Xwenîşandaran di weşana zindî ya TRT û A Haberê de gotin “Cumhuriyet dê bêdeng nebe”
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.