Nûbiharê pirtûka “Şêxê Biçûk” weşand
Mihemed Seîd Temelî jiyan, têkoşîn û serpêhatiyên Şêx Evdirehîmî bi navê “Şêxê Biçûk” kiriye roman.

Nûbiharê pirtûka “Şêxê Biçûk” weşand. Navê din ê pirtûkê jî "Şêrê Çiyayên Pîranê" ye.
Pirtûk behsa jiyan, têkoşîn û serpêhatiyên Şêx Evdirehîmî dike ku birayê Şêx Seîdî ye û piştî têkçûna serhildana Şêx Seîdî, xwestiye serhildanekê birêxistin bike. Cûreyê pirtûkê roman e û Mihemed Seîd Temel nivîskarê pirtûkê ye.
Di metna danasînê ya pirtûkê de wiha hatiye gotin:
"Dema serhildana Şêx Seîd têk çû, her kesî ji xwe re got, Kurd êdî qediyan.
Di demek wisa teng de Şêx Evdirehîm li çiyayê Kurdistanê seranser, ji Xarpêtê hetanî çiyayê Botan xwe bi rêxistin kir, tekoşînek berfireh rûda.
Tekoşîna Şêx Evdirehîm jî wek ya birayê wî Şêx Seîd tûşî îxaneta hinek eşîr û şêxên Kurdan hat."
(FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.