Weşanxaneya Nûbiharê pirtûkek nû ya bi navê “Lalezar”ê çap kir. Pirtûk ji aliye Mela Husnî Hezînî ve hatiye amadekirin,
Lalezar Bi Şîret û Hîkmet û Hîkayeyan Şerha Gotinên Pêşîyan li benda xwêneran ne.
Derbarê naveroka pirtûkê de
Mela Husnî Hezîn, di vê kitêba xwe ya Lalezarê de gotinên pêşîyan şerh kiriye. Ev xebata wî, bes ne berhevkarîyeke folklorik e; lewra ew xwendekaran derdixe geşta seyrangeha edebî; bi uslûba xwe ya taybet, bi hîkaye û hîkmet û helbestan sed û hejdeh gotinên pêşîyan bi berfirehî şerh kirine. Wî di gotinên pêşiyan de ne tenê pend û şîret, herweha aliyê wan ê hîkmet û îrfanî jî derxistiye pêş. Gava ev yek kiriye, ji tecrûbeyên civaka Kurd sûd wergirtiye û wek qanûnên giştî yên Kurdan li wan gotinên pêşiyan nihêriye û ew nirxandine.
(AY)