Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nobeta Wicdan û Edaletê ya ku parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ber Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dane destpêkirin di roja duyem de berdewam dike.
Berdevkê HDPyê Osman Baydemîrî destnîşan kir ku wê nobeta wan nava hefteyê berdewam bike.
“Ji bo ku mekanîzmeya edaletê biryarên bi wicdan û li gorî rêkûpêkên yaseyî bide divê desthilatdar dest ji polîtîkayên guvaşê berde. Em îro ji bo vî tiştî li vir in ku desthilatdara siyasî polîtîkayên xwe yên guvaşê ji ser darazê bikişîne. Heka ku edalet pêk weke, heta ku heq û hiqûq bi cî bê wê hewla me bênavber bidome. Em ê di nava hefteyê de li vir bin. Em ê di nîşandana hewla xwe ya ji bo azadiya aktorên siyaseta demokratîk legal, ji bo bihevre jiyan û wekheviyê berdewam bin.”
Berdevkê HDPyê Osman Baydemîr, Berdevka Meclîsa Jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Wekîlê Serokê Komê Ahmet Yildirim, Parlamanter Garo Paylan û Meral Daniş Beştaş ji bo derbarê parlamenterên girtî de hevdîtinê bi Serokê Dadgeha Destûrî re bikin duh çûbûn Dadgehê. Ji ber ku daxwaza hevdîtinê pêk nehatibû parlamenteran di avahiya dadgehê de dest bi nobetê kiribûn. Paşê Serokê Dadgehê bi Parlamenterên HDPyê re axivî bû. Lê Berdevkê Partiyê Osman Baydemîrî diyar kiribû ku hevdîtina bi Serokê Dadgehê wan têr nekiriye ew ê nobeta xwe berdewam bikin. (BK/FD)