Fotograf: MA
Îro salvegera Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ye. Malbata Şenşayarî beriya niha bi salekê liber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Beriya hilbijartina 24ê Hezîrana 2018an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, di 14ê Hezîrana 2018an de xizm û parêzvanên Parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî êrişî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encama vê êrîşê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî can dabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ji bo di dozê de edalet pêk were û doz li faîlan vebe, ji 9ê Adara 2021ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê rûdunên.
Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar her weha dixwazin Fadil Şenyaşarê girtî serbest bibe. Malbatê pankarta "Hevjînê min û du kurê min li nexweşxaneyê qetil kirin. Kesek girtî tune ye! Kurê min li ser fermana hiqûqa serdan hatiye girtin û çar sal in di hucreyekê de ye. Ez dixwazim kurê min tavilê bê berdan. Ji bo malbata Şenyaşar û ji bo her kesî edalet" li cihê nobedê daliqand.
Ferît Şenyaşar da zanîn ku wan salek li pey xwe hişt û got: "Nobeda me di bin zilmê de bênavber salek dewam kir. Me bang li mafparêzan kir. Wê îro mafparêz ji bo piştgiriyê serdana me bikin. Tevî ku îro şilî ne jî însan digerin dibêjin em ê werin serdanê. Çi dibe bila bibe em ê nobeda xwe bidomînin."
TTB wê serdana malbatê û dozgerî bike
Şenyaşar diyar kir ku sibê wê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) Erînç Sagkan û şandeya pê re dê serdana Nobeda wan bikin û got: "Em ê sibê jî bêjin heq, hiqûq û edalet. Serokê TTByê wê piştî serdana me û daxuyaniyê bi serdozgerî re hevdîtin bike. Ez hêvî dikim ku wê hevdîtin pêk were. Em jî vê hevdîtinê û ka wê dozger daxuyaniyek bide an na meraq dikin."
Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku nobeda wan "di bin zilmê de" didome û got: "Em tenê edaletê dixwazin. Em ji bo her kesî edaletê dixwazin. Bila ew dayikên kezebşewitî hemû rabin ser pêya. Em salek bi astengiyan re rûbirû mane lê me paş ve gav neavêt û me dest ji nobeda xwe berneda. Heta ku edalet were dê bidome. Her kes dizane em mafdar in. Çima ev zilm li me tê kirin." (FD)
*Çavkanî: MA