Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 563an dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji ber ku Emîne Şenyaşar nexweş bûye nekariye bê cihê nobetê, kurê wê Ferît Şenyaşar li qada ku weke “quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar tê zanîn” dest bi nobetê kiriye.
Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî peyamek belav kiriye û gotiye: “Li dijî hişmendiya ku dibejê kesê zilmê dike ji me ye, rêya bidestxistina edaletê, piştevanî, yekitî û hevgirtin e. Li ber deriye qesrê têkoşîna me ya edaletê di roja 563emîn de dewam dike…”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(AY)