Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta “edaletê” dabûn destpêkirin. Nobet di roja 500emîn de dewam dike.
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Dewlet bi qasî ku edîl be ewqas bihêz e
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Ferît Şenyaşar diyar kiriye ku têkoşîna wan a ji bo edaletê ji aliyê tevahiya dinyayê ve hatiye bihîstin û wiha gotiye: “Bi vê têkoşîna me êdî her kes hemû rastî û heqîqetan hîn bû. Daxuyaniyên Waliyê Rihayê ya têkildarî doza me hê jî li ser malpera walîtiyê tê dîtin. Daxuyaniya Wezîrê Çandiniyê yê wê serdemê ya derbarê doza me de heye. Gelek parlamenterên AKPê bi me re hevdîtin kirin û anîn ziman ku em di doza xwe de mafdar in. Tevî ku hemû rastî tên zanîn jî hê jî edalet bicih nehatiye. Ji ber vê yekê jî têkoşîna me ya edaletê berdewam dike.”
‘Şerma dewletê ye’
Ferît Şenyaşar bal kişandiye ser temenê dayika xwe Emîneyê û gotiye: “Li ber edliyeyê temenê wê qediya. Ev şerma rayedarên hemû Tirkiyeyê û dewletê ye. Bila demildest edalet pêk were. Bila birayê min Fadil Şenyaşar bê berdan.”
Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî vê peyamê belav kiriye: “Em li cihê rast disekinin. 500 roj in em têkoşîna maf didin. Heta ku edalet bicih were dê nobeda me berdewam bike. #JiBoMalbataŞenyaşarEdalet ji bo her kesî edalet.” (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê