Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parlamentera Sêrtê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Meral Daniş Beştaşê daxwaz ji Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamentoyê kiriye ku bila li ser rewşa nexweşa 85 salî ya di girtîgehê de lêkolîn bê kirin. Wê diyar kiriye ku Sîsê Bîngol, "Nizane çend salî ye, duhî çi xwariye û em di kîjan salê de ne"
Raporên ji hev cida
Navenda Lêkolîn û Lênêrînê ya Zanîngeha Mêrsînê biryar dabû mana di girtîgehê de ya Sîsê Bîngolê dikare bibe sebeba mirina wê.
Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê jî biryar dabû ku “ew hewil dide xwe wek nexweş nîşan bide...”
“Bi zanebûnî û bi dilê xwe...”
Sise Bingol di 6ê Nîsana 2016ê de hatiye desteserkirin û paşê hatiye girtin. Dadgehê bi sûcê “bi zanebûnî û bi dilê xwe alîkarîdana rêxistinê” 4 sal û 2 meh cezayê girtinê daye Bingolê.
Sise Bingol li Girtîgeha Mûşê ya Cûr eyê Eyê girtî bû. Bêyî ku malbata wê bê agehdarkirin di 4ê Çiriya Pêşiyê de ji bo Girtîgeha Tarsûsê hatiye şandin.
Bixwîne- “Girtiya nexweş a 85 salî ji ber çi nayê tehliyekirin?”
Piştre Dadgeha Îstinafê ya Herêmî ya Erzîromê 4 sal û 2 meh cezaya Bîngolê pesend kiriye. Di Nîsana 2017an de Bîngol carekîn din hatiye girtin û berê ew ji bo Girtîgeha Cureya Eyê ya Mûşê hatiye şandin û piştre dişînin Girtîgeha Cureya T'yê ya Tarsûsê.
Bixwîne- Ji bo Sise Bingol serbest bibe kampanya hatiye dest pê kirin
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan, 1025 nexweş di girtîgehan de ne, rewşa nexweşiya 357 nexweşan ne baş e.
(AS/MB)