Fotograf: kurdpedia.org
Helbestvan Feqîr Ahmed duh bi şev koça dawî kiriye. Ahmed ji ber nexweşiya pişikê sê hefte ne li bajarê Kolnê yê Almanyayê li Nexweşxaneya Holweideyê dihate dermankirin.
Hunermendên mîna Aram Tîgran, Mehmet Atli û Fatê helbestên ku Feqîr Ahmedî nivîsandine weke stran strane ku ya herî zêde tê zanîn “Riya Kobaniyê” ye. Her weha Aram Tîgranî helbesta Ahmedî ya bi navê “Ey Şahlûlê min” bi navê “Çûm Siya Darê”, û helbesta wî ya bi navê "Ey Welato" jî weke stran straye.
Şîna Feqîr Ahmedê 81 salî wê li Kolnê li Mala Kurda bê girtin.
Derbarê Feqîr Ahmedî de
Di sala 1942yan de li Pirsûsê li gundê Mizeynterê ji dayik bûye. Di sala 1990î de pirtûka xwe ya yekem bi navê “Dîwana Reş I” çap kiriye.
“Dîwana Reş II” di sala 1994yan de û cîhda seyem a dîwanê jî di sala 1998an de derxistiye.
Wî her weha gelek çîrok jî nivîsandine. Di Çiriya Paşiyê ya 2022yan de TEV-ÇANDê “Xelata Kedê ya Pênûsa Zêrîn” dabû Feqîr Ahmedî. (FD)