Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
“Nivîskara pirtûka “Melekler ile Yaşam”ê Beki Îkala Erikli ku li derê ofîsa xwe de rastî êrişa çekdarî pêk hatibû, canê xwe ji dest da. Heta niha nasnameya êrişkar hêj diyar nebûye.
Li gorî nûçeya Hurriyetê bûyer duh êvarê (15ê Kanûnê) di saet 18:00an de pêk hatiye.
Beki Îkala Erikli dema ji bo semînerdayînê diçû ofîsa xwe li ber derî jinek bi ser wê de gule reşand û paşê jina êrişkar ji wir reviya.
Piştî dengê çekan polîs û ekîbên tenduristiyê çûn cihê bûyerê lêbelê Erikli canê xwe ji dest da.
(EA/YO)