Nivîskar Fuad Onen hatiye desteserkirin
Polîsan siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen li Stenbolê desteser kirine.
Siyasetmedar û nivîskar Fuad Onen duh li Stenbolê hatiye desteserkirin. Rojnameger Mehmed Sanriyî, zanyariya desteserkirina Onenî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kiriye.
Li gorî zanyariyan Onen ji ber li ser medyaya civakî derbarê Komkujiya Robozikê û operasyona Tirkiyeyê ya li ser Rojavayê de peyam weşandine, hatiye desteserkirin. Onen bi “propagandaya rêxistinê” tê tohmetkirin.
32em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, par bi tohmeta ku ‘propagandaya KCKê’ kiriye 3 sal û mehek cezayê girtîgehê li Fuad Onenî birîbû.
Çavlirêye ku Onenî îro bişînin ber destê dozgeriyê. (FD)
Fotograf: MA
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.