Fotograf: Facebook
Leşker û polîsan li gundê Dengiza yê Stewrê, navçeya Mêrdînê bi ser malan de girtine û nivîskar Feratê Dengizî jî di nav de sê kes desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Alokmenê ku demekê Şaredarê Stewrê bû li gel Ayşe Bozan û Bedî Yilmaz, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Mêrdînê desteser kirine.
Kesên desteserkirî birine Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê lê nehatiye zanîn bê ka ji ber çi sedemê ew desteser kirine.
Feratê Dengizî ango Mehmet Aydin Alokmenê desteserkirî di 1ê Adara 2017an de Wezareta Karûbarên Navxweyî kayûm li şûna wî wezîfedar kiribû. Alokmen her weha girtibûn û bi qasî salekê girtî mabû. Dadgehê bi gotinên “şahidê nepen” 10 sal û 3 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Alokmenî birî bû.
Derbarê Feratê Dengizî de
Nivîskar e û Hevşaredarê berê yê Stewrê bû. Li gundê Dengiza ku bi ser navçeya Stewrê ya Mêrdînê ve ye ji dayik bûye. Piştî 20 sal mamostetiya matematîkê, ji ber sedemên siyasî ew girtine.
Berhemên wî:
Bi Heft Dengan Gazî Dikim, Zimanê Zimên, Qêrîna Dilê Min, Zarê Dilî, Metelokên Kurdî.
(FD)