Nîvê dozên destdirêjiyê yên sala 2015ê hatine betalkirin
Li gor daneyên dadî ji sedî 31ê dozên li gor Qanûna Cezayan a Tirkan hatîn vekirin, dozên ji ber destdirêjiyê ne.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li gor daneyan li sala 2015ê 90 hezar û 77 caran sûcên destdirêjiyê hatine kirin. Pênç hezar û 981 kesên ji 18 saliyê biçûktir destdirêjî kiriye an jî destdirêjî li wan hatiye kirin.
Li sala 2015ê 2 hezar û 683 doz hatine vekirin, ji sedî 31ê dozan, dozên destdirêjiyê ne.
Li gor nûçeya Nuretiin Kurtî ya li Hurriyetê hatiye belavkirin, 622 hezar û 112 dozên destdirêjiyê, 573 hezar û 843 dozên diziyê , 443 hezr û 71 dozên tehdîtkariyê hatine vekirin.
Nîvê dozên destdirêjiyê hatine betalkirin. Nêzîkî nîvê sûcên destdirêjiyê li zarokan hatine kirin. (ÇT/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.