Nirxê Dolarekî ji 15 TLyî zêdetir bûye
Nirxê Dolarî ji 15 TLyî bihuriye û ji 11ê Adarê û vir ve derketiye asta herî bilind. Nirxê Dolarî di 20ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de bûbu 18,40 TLyî ku di ti demê de negihîştibû vê astê.

Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji ber ku li piyaseyên cîhanî daxwazeke zêde ji bo kirînê heye, nirxê Dolarekî DYAyê duh (9ê Gulanê) li Tirkiyeyê ji 15 TLyî bihuriye û bûye 15,09 TL. Nirxê Dolarekî herî dawî di Kanûna Pêşiyê ya 2021ê de li beramberî TLyê ji 15 TLyî bihurî bû.
Her weha nirxê Euroyî jî zêde bûye û di heman dema ku nirxê Dolarî zêde bûye, ew jî gihîştiye 15,91 TLyî.
Bandora FEDê li ser piyaseyan heye
Şîrovekar dibêjin, metirsî heye ku Bankeya Navendî ya DYAyê (FED) ihtimal e li beramberî enflasyonê biser nekeve û hewce bi polîtîkayên "tundtir" bike, dibe sedema zêdebûna nirxên Dolarî. (AEK/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.