Nirxê Dolarekî Amerîkî 30 Lîreyên Tirkan derbas kir
Ji serê sala nû û vir ve nirxê dolarî li beramberî lîreyî ji sedî 1,6 zêde bû.

Tirkiye digel ku ji bo têkoşînê bi krîza aboriyê re bike politikaya xwe guherand û faîz zêde kir, hîna jî nikare zêdebûna nirxê dolar û euroyî bide sekinandin.
Îro nirxê Dolarekî amerîkî li beramberî Lîreyê tirkan 30 TLyî derbas kir.
Saet di 13.04 deqîqeyan de nirxê Dolarekî bû 30,0050 TL. Nirxê Euroyekî jî bû 33,1 TL. Nirxê Dolarî jî yê Euroyî yê li beramberî Lîreyê Tirkan, hîna bilind dibe.
(HA/FD)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.