Li gorî zanyariyên Daîreya Federal a Koçber û Penaberan (BAMF) a Almanyayê, di sala 2023yan de 85 hezar û 904 kurdan li Almanyayê serî li mafê penaberiyê daye.
Li gorî nûçeya Zekî Ozmenî ya di malpera diyarnameyê de weşandiye, ji van 52 hezar û 642 jê ji Bakur, 23 hezar û 013 ji Rojava, 8 hezar û 332 ji Başûr û hezar û 917 jî ji Rojhilat in.
Di sala 2022yan de li Almanyayê bi giştî 47 hezar 900 kurdan serî li mafê penaberiyê dabû. Hêjayî gotinê ye ku BAMF van îstatîstîkan disipêrê kesên di dema serîlêdanê de bi devkî gotine ew kurd in û bi wî awayî hatine tomarkirin.
Hejmara kesên serî penaberiyê didin zêdetir dibe
Bi giştî serîlêdanên penaberiyê yên 2023yan li gor salên berê zêdetir bûne. Di sala 2022yan de 244 hezar û 132 kesî serî li penaberiyê dabûn. Di sala 2023yan de ev hejmar gihîşt 351 hezar û 915 kesî.
Di nûçeyê de nehatiye nivîsîn bê serlêdana çend penaberên kurd hatiye qebûlkirin.
Ji bo tevahiya nûçeyê bitikîne