Nexweşxane: Metirsiya li ser jiyana Onder didome

Bijîşkên Alîkarê Serokê Meclîsê û Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirrî Sureyya Onder li ser rewşa wî ya dawî daxuyanî da.
Bijîşkan di daxuyaniyê de diyar kir ku aliyê rastê yê dilê Onder dest bi livandinê kiriye.
Li gorî gotina bijîşkan metirsiya li ser jiyana Onder berdewam dike.
Di daxuyaniyê de bijîşkan wiha got:
"Nexweşê me Birêz Sirrî Sureyya Onder, îro di roja 6emîn a li beşa nexweşiyên a nexweşxaneya me de ye û metirsiya jiyanî hîn jî berdewam dike. Metirsiya wî pir bilind e û pêvajoya tedawiya wî ya li beşa nexweşiyên giran berdewam dike. Roja şemiyê bijîşkên dilê me revizyoneke plankîrî li ser Sirrî Beg pêk anîn û careke din sînga nexweşê me vekirin.
Di hundirê wî de diyar bû ku qada emeliyatê paqij e, di baftan de enfeksiyon nîne û ti qadeke emeliyatê ya ku xwînê dide nîne. Ya herî girîng, me dît ku aliyê rastê yê dilê wî dest bi livînê kiriye. Aliyê rastê yê dilê wî ku di emeliyata yekem de hema hema qet nediliviya êdî dest bi livîneke ber bi çav kiriye. Li monîtora me ya ser serê nexweş, êdî derbên nabzê yên arteryê têne dîtin. Hemodînamîka nexweşê me bi awayekî stabil diçe û hê jî di bin piştgiriya ECMO (Amûra piştgiriya nefesê) û tedawiya piştgiriya înotropîk de ye.
Doh ji cihên drenê hinekî xwîn hat lewma dîsa hat vekirin, hat dîtin û nirxandin. Dîsa qadên emeliyatê paqij bûn û hat dîtin ku ji kunên telên sternûmê hinekî xwîn hatiye. Hişê wî ne li serê wî ye, refleksên wî ne di asta ku tê xwestin de ne. Ji ber vê yekê, wek ku me di daxuyaniya me ya çapemeniyê ya dema emeliyata yekem de diyar kiribû, fikarên me yên newrolojîk ên cidî hê jî bi metirsiyên xwe yên bilind berdewam dikin. Em dê bi sebir li bendê bimînin."
(RT/AY)
*Çavkanî: MA, Rudaw