Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serokomariyê Biryarnameyek weşandiye ku tê de hatiye gotin, kesên bi nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê ketine, bêyî cidahî têxin nava wan wê belaş werin dermankirin.
Bi vê encamê re hemû alavên parastinê, test, kît û dermanên ji bo parastina ji nexweşiyê yên wê Wezareta Tenduristiyê dabîn bikin, wê belaş bin.
Ji bo biryarê bicih bîne û nîqaşan ji holê rake, Wezareta Tenduristiyê wê erkdar be.
Biryar weke ku di 1ê Adara 2020an de hatibe standin wê di meriyetê de be.
Beriya wê jî di Danezanê de guhertin pêk hatibû
Beriya vê Biryarnameya Serokomariyê, di 9ê Nîsanê de Danezana Pêkanîna Tenduristiyê hatibû guhertin. Ev biryar di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin û ketibû meriyete.
Li gorî vê biryarê dermankirin û xizmetên ji bo dermankirina nexweşiya Covid-19ê jî xistibûn nava xizmetên dermankirina lezgîn. Heman biryarê diyar kiribû ku wê nexweşxaneyên taybet ji bo dermankirina vê nexweşiyê pereyan ji nexweşan nexwazin. (TP/FD)