Ji bo mezinkirina nexşeyê bitikîne
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Wezareta Tenduristiyê hejmara nexweşên Covîd 19ê yên di navbera 20-26ê Adarê de li gorî bajaran aşkera kiriye.
Nexweş herî zêde li Samsûn, Stenbol, Yalova, Gîresûn û Sînopê hatiye tespîtkirin. Her weha herî kêm li Şirnex, Sêrt, Riha, Mêrdîn û Wanê bûye.
Li gorî daneyên ku hatine aşkere kirin, li Samsûnê di her 100 hezar kesî de 586,84 kes bi Covîd-19ê ketiye(Hefteya borî 508,97). Ev rêje li Stenbolê 401, 62(Hefteya borî 251,12), li Yalovayê 400,65(Hefteya borî 275,31), li Gîresûnê 397,57(Hefteya borî 365,35) û li Sînopê di her 100 hezar kesî de 354,80(Hefteya borî 309,06) bi Covîd-19ê ketiye.
Nexweşên Covîd-19ê herî kêm li Şirnexê hatiye dîtin. Li Şirnexê di her 100 hezar kesî de 13,57(Hefteya borî 8,18), li Sêrtê 22,65(Hefteya borî 14,20), Riha 28,98(Hefteya borî 18,30), Mêrdîn 31,24(Hefteya borî 17,08) û li Wanê di her 100 hezar kesî de 31, 58 kes bi Covîd-19ê ketiye.
Li pênc bajarên herî mezin ên Tirkiyeyê Hejmara nexweşên Covîd-19ê di her 100 hezar kesî de weha ye:
Stenbol- 401,62(Hefteya borî 251,12)
Enqere-184,29(Hefteya borî 107,99)
Îzmîr- 156,48 (Hefteya borî 111,41)
Bûrsa- 159,68(Hefteya borî 97,14)
Antalya-143,86(Hefteya borî 119,18)
(EKN/AY)