Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeyeke rojnameya New York Timesê, Donald Trump, Serokê DYAyê û namzetê serokatiyê, ji 15 salên dawiyê di 10 salan de bac nedaye.
Trumpî di kampanyeya xwe ya 2016ê de zanyariyên derbarê bacdayînê de aşkere nekiribû. Demokrat li bendê ne ku Trump vê zanyariyê aşkere bike.
Li gorî nûçeya New York Timesê, Trumpî sala ku bûye Serok û sala xwe ya yekem a li Koşka Spî tenê 750 dolar baca dahatê ya federal daye.
Trump: Ez zêde zêde didim
Trumpî di civîna xwe ya roja yekşemê de ji bo nûçeya New York Timesê gotiye ku ne rast e û wiha axiviye: “Ez zêde didim û ez zêde zêde baca dahatê ya dewletê didim.”
Rojnameyê ji Alan Garten, parêzerê Trumpî xwestiye ku daxuyaniyekê bide. Gartenî jî daxwaza balgeyan ji Timesê kiriye.
New York Timesê diyar kiriye ku ew ê daneyên îadeya bacê ya Trumpî ji raya giştî re aşkere nekin û ew ê jêderên xwe yên “ji bo gelî agahdar bikin xwe xwe xistine bin rîskeke gelekî mezin” nexin nav xetereyê. (PT/FD)