Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bang li Azerbeycan û Ermenistanê kiriye ku, demildest pevçûna li Qarabaxê bidin sekinandin, rageşiyê kêm bikin û bi lez û bez li gotûbêjan.
KENY derbarê pevçûnên li Qarabaxê diqewimin civînek li dar xistiye. Piştî civînê daxuyaniyeke hatiye weşandin û hatiye gotin ku ew ji tevgera leşkerî ya berfireh ya li Qarabaxê bifikar in.
KENYê mirina sîvîlan û bikaranîna hêzê şermezar kiriye.
Çi bibû?
Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê di 27ê Îlonê saetên sere sibê de daxuyaniyek weşandibû û gotibû, “Artêşa Ermenistanê saet di 06.00an de li ser xeta sînor dest bi provaqasyoneke berfireh kir û eniyên artêşa Azerbeycanê û wargehên sîvîlan bi çekên giran, top û hawanan, dan ber guleyan”.
Berdevkê çapemeniyê yê Wezareta Parastinê yê Ermenistanê Şuşan Stepanyanî jî di hesabên fermî yên medyaya civakî de daxuyaniyek dabû. Di daxuyaniyê de destnîşan kiribû ku “Hêzên Çekdar ên Azerbeycanê li ser xeta sînorê Qarabaxê dest bi êrîşa hewayî û mûşekan kirine”. Ermenistanê bang li sîvîla kiribû ku bikevine stargehan. Her weha Ermenistanê diyar kiribû ku, jinek û zarokek mirine, du sîvîl jî birîndar bûne.
Meclîsa Neteweyî ya Azerbeycanê, ji bo bajar û herêmên di bin bandora şerî de mane heta 23 saetan rewşa şerî, Ermenistanê jî reşwa awarte ragihandibû.
Pirsgirêka Qarabaxê
Parlementoya Azerbeycanê di sala 1989an de, dawî li statuya herêma xweser a Qarabaxê anîbû. Qarabax ji sala 1923an hetanê wê rojê herêmeke xweser bû.
Dema belavbûna Yekîtiya Sowyetan şer û pevçûn dest pê kiribûn. Bi daxuyaniya Ermenistanê ya ku gotibû ew ê Qarabaxê bixe nava sînorê xwe û bi dagirkirina vê herêmê re ev şer û pevçûn gûr bûbûn.
Di sala 1991ê de rêveberiya cudakar xweseriya xwe aşkere kiribû.
Azeriyên li Qerebaxê dijiyan, ev referandûm boykot kiribûn.
Hê ti welatî xweseriya Qerebaxê bi fermî qebûl nekiriye.
Lêbelê di 1994an de, Azerbeycanê Qerebax jî wek aliyekî sêyemîn ê aloziyê nas kiribû û dest bi danûstandinên rasterast kiribû.
Gulana 1994an di encama danûstandinên bi Rusyayê re agirbest hatibû ragihandin. Lêbelê herdu welatan ji wê rojê destpêkirin hevdu bi îdîaya binpêkirina agirbestê tawanbar kirin.
Nîsana 2020an pevçûnên di navbera herdu welatan de dîsa destpêkiribûn. (TP/AY/FD)