Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) Marta Hurtadoyê, bertek nîşanî qanûna sansurê ya ku ji aliyê Meclîsê ve hatiye qebûlkirin daye.
Hurtadoyê diyar kiriye ku ew ji qebûlkirina qanûnê ya ji aliyê Meclîsê ve bi endîşe ne û destnîşan kiriye ku di qanûnê de rêziknameyên ku azadiya derbirînê ya kesên li Tirkiyeyê dijîn sînordar dike hene.
Hurtadoyê weha gotiye:
“Guhertinên dawî rê li ber zextên zêdetir li ser derdorên cûr bi cûr, rojnamevan û parêzvanên mafên mirovan vedike. Her weha rê li ber otosansurê vedike .”
“Azadiya derbirînê û bidestxistina agahiyan ji bo tevahî demokrasiyan girîng e. Em bang li Tirkiyeyê dikin ku rêzê li azadiya derbirînê bigire ku hiqûqa navneteweyî garantî kiriye."
(HA/AY)