Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna derbarê rojnameya Ozgur Gundemê ya ku hatibû girtin de nivîskar û fîlolog Necmiye Alpay hat girtin.
8. Dadgeha Sulh Cezayê ya Stenbolê got ku Necmiye Alpay ji ber wezîfeya xwe ya li rojnameyê de û zêdebûna cezayê dibe ku bireve, derbarê wê de bi hinceta “endama rêxistina çekdarî ye” û “xerakirina yekîtiya dewletê” biryara girtinê da.
Çûbû ku îfade bide
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) Endama Lijneya Şêwirmendiya Weşanê ya Ozgur Gundemê, fîlolog û nivîskar Necmiye Alpay li Dadgeha Stenbolê piştî îfadedayîna ji dozger Umut Tepe re, sewqî dadgehê hat kirin.
Beriya niha piştî ku rojnameya Ozgur Gundemê hate girtin Berpirsê Weşana Giştî Zana Kaya, Mudirê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û Endama Lijneya Şêwirmendiya Weşanê Asli Erdogan hatibûn girtin. Berpirsa Weşana Giştî ya berê Eren Keskin jî bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
Necmiye Alpay
Nivîskar û fîlolog e.
Di sala 1946an de hatiye dinê. Di sala 1969an de ji Fakulteya Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Enqereyê destûr girt. Doktoraya xwe di warê îktîsata navneteweyî de li Zanîngeha Paris-Nanterreyê kiriye.
Di sala 1982an de dema li Fakulteya Zanistên Siyasetê ya Zanîngeha Enqereyê akademîsyen bû, ji hêla derbekarên 12ê Îlonê ve hate girtin û 3 sal di Girtîgeha Mamakê de ma.
Piştî ku ji girtîgehê derket, dest bi wergêriyê kir.
Ji 2001an heta 2007an li rojnameya Radikalê de bû nivîskara quncika Pirsgirêkên Ziman.
Pirtûkên wê yên weke Türkçe Sorunları Kılavuzu (Metis, 2000), Dilimiz, Dillerimiz / Uygulama Üzerine Yazılar (Metis, 2004) ve Yaklaşma Çabası (2005; Kanat Yayınları) hatin çapkirin.
Pirtûkên ku wê wergerandine: Çand û Emperyalîzm (E. Saîd – Weşanên Hil), Kapîtalîzma Dîrokî (I. Wallerstein-Metis), Li ber Şêmuga Modernbûnê de Jinên Osmaniyan (M. C. Zilfi-Wşanên Yurt), Tundî û Pîrozî (R. Girard – Weşanên Kanat), Derbarê Şîrovekirinê (P.Ricoer-Metis), Mirina Sokratesê Zanyar (J. P. Mongin-Y. L. Brass – Metis)Kêzika Matin Heidegger (Y.Marchand-M.Aregui – Metis) Diyojen: Mirovê Kûçik (Y. Marchand- V. Sorel- Metis) û Li Ser Girseya Rewşenbîran de (V.I. Lenin –Weşanên Başak)
Ew amadekara biloka Hewldana Nêzikbûnê ye.
(EA/ÇT/YO)