Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî diya kiriye ku jinavbirina Ebûbekir Bexdadî serê rêxistina terorîstî ya DAŞê bi pêngaveke mezin ya şerê dijî terorê bi nav dikin, lê bidawîhatina teror û îdeolojiya DAIŞê nîne.
Li gor malpera Rûdawê serokê herêmê duhî gotiye:
“Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bû, qurbaniyeke zêde bo jinavbirina terorê daye.”
“Kuştina Bexdadî piştî jinavbirina bi nav Xelafeta DAIŞê pêngaveke girîng e, lê nayê wateya dawîhatina teror û îdeoloiya DAIŞê, hîna jî metirsiya careke din bihêzbûna terorîstan zêde ye, DAIŞ û grûpên weke wê di navçeyê de hîna di tevgerê de ne û gefê li cîhanê dikin, lewra pêwîst e civaka navdewletî ji alîkarî û hevahengiya ji bo rûbirûbûna terorê berdewam be.”
Nêçîrvan Barzanî gotiye, Herêma Kurdistanê dê rûbirûyê îdeolojî û hizra tarî ya DAIŞê bibe, ji bo ku rê li ber serîhildana DAIŞê û careke din bihêzbûna terorê bê girtin.
Erdogan: Pênagveka girîng e
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Partiya Edalet û Pêşketinê, Recep Tayyip Erdoganî jî duhî li ser hesabê xwe yê Twitterê kuştina Bexdadîyî wek "pêngaveka girîng a têkoşîna li dijî terorê" bi nav kiriye.
Mark Esper: Rojeka mezin e
Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper li dor operasyona kuştina Ebû Bekir el-Bexdadî daxuyaniyek daye.
Li gor nûçeya dengeamerika.comê Esperî gotiye:
"Ev rojeke mezin e ji bo Amerîka û rojeke mezine ji bo cîhanê. Hêzên operasyonên hevbeş ên Amerîka û hevkarên wan, Ebû Bekir el-Bexdadî kir aramnc. Di encamê de, el-Bexdadî, ku serkirdayetiya gurûpa Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê dikir û helmeteka herî hovane di dîrokê de birêve bir, li ser destên leşkerên Amerîka hate kuştin."
Wî di daxuyaniya xwe de got:
"Me li gel hevkarên xwe, demekê berê îsal xîlafeta Daişê têk bir û niha jî damezrênerê wê hate kuştin. Ev serkeftineke mezine di erkra têkbirina Daişê de."
Serkirdeyê Pentagonê got:
"Ez dixwazim pesna hemî beşdar û piştgirên operasyonê bidim- Amerîkiyan û hevalbendên wan wek hev- ji bo vî karê baş."
Kobanî: Hevrêzîyeka rasterast a HSDyê...
Fermandarê hêzên Sûriya Demokrat Mezlûm Ebdî/Kobanî li ser Twîtera xwe nivîsand ku peyvdarê Daişê Ebû el-Hesen el-Muhacir hatiye kuştin.
Ebdî di twîta xwe de got: "Wek berdewamî ji operasyona berê re, terorîst Ebû el-Hesen el-Muhacir, destê rastê yên Ebû Bekir el-Bexdadî û peyvdarê rêxistina Daişê, li gundê Eyn el-Beyda li nêzîkî Cerablosê hate armanckirin."
Wî got ev êrîş bû bi riya hevrêziyeke rasterast di navbera istîxbaratên HSDê û artêşa Amerîkî de.
Serkirdeyê HSDê got ev berdewamiya êrîşên dijî serkirdeyên Daişê ye.
(MB)
*Çavkanî: Rûdaw, AA, Twitter, Dengê Amerîkayê