Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Walîtîya Stenbolê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di êrîşa şeva dî li Balafirgeha Atatûrkî hatî kirin, 41 kes mirine û 130 kes li nexweşxaneyan têne dermankirin.
Walîtîyê dîyar kiriye ku bi temamî 239 kes birîndar bûne û 109 ji wan ji nexweşxaneyan derketine.
Hat eşkerekirin ku agahiyên nasnameya 37 kesan hatine eşkerekirin, cenazeyên 19 kesan ji bo malbatên wan hatine teslîmkirin.
Navê ew kesên di êrîşê de mirine ev in:
Çağlayan Çöl, Mustafa Bıyıklı, Erol Eskisoy, Sıddık Turgan, Ferhat Akkaya, Ertan An, Ali Zülfikar Yorulmaz, Serkan Türk, Göksel Kurnaz, Özgül İğde, Mahmut Mert, Sıdık Peçenek, Umut Sakaroğlu, Hüseyin Tunç, Ercan Sebat, Ethem Uzunsoy, Tevfik Yusuf Haznadaroğlu, Mahmut Çizmecioğlu, Adem Kurt, Habibullah Sefer, Murat Güllüce, Abdurrahman Abdullah İbedullah, Muhammed Eymen Demirci, Gülşen Bahadır, Fathı Bayoudh, Mukhiddinov Samat, Salar Davudi Kohnehshahrı, Taher Misfir Almalki, Nısreen Hashem Shammad, Vafika Ali Bilal, Larysa Tsybaklova, Kerime Amiri, Meryem Amiri, Zehra Amiri, Hüda Amiri, Abdulhekim Bugda, Mustafa Hüsham Saeed.
Cenazeyên hersê êrîşkaran jî li Morga Saziya Tiba Dadî ya Yenîbosnayê ye.
Xeta 184ê
Wezareta Saxlemiyê da zanîn ku malbatên birîndaran dikarin bi rêya telefonê bi hejmara 184ê agahiyên li ser xizmên xwe bistînin. (AS/MB)
Wêne: Islam Yakut – Stenbol/AA