Fotograf: AA - Arşîv
Piştî 34 salan navê kujerê Olof Palme, Serokwezîrê Swêdê hatiye aşkerekirin. Derbarê bûyerê de Serdozger Krister Peterssonî civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Li gorî nûçeya Beşîr Kavak, nûçegîhanê Radyoya Swêdê pişka kurdî, Peterssonî gotiye ku Stig Engströmê weke Skandiamannan dihate naskirin, kujerê Olof Palmeyî ye.
Di nûçeya navborî de hatiye diyarkirin ku di medyayê de bi vî navî behsa wî dihate kirin, ji ber ku hingî wî li avahiya Skandiya ya nêzîkî ciyê kuştinê kar dikir. Piştî kuştina Olof Palmeyî weke yek ji şahidên pêşî çend caran îfadeya Skandiamannenî hatibû girtin û çend nivîskaran weke kujerê muhtemel jî behsa wî kiribûn, lê tu caran tu doz lê nehatibû vekirin.
Skandiamannen, yanî Stig Engström ku îro weke qatilê Olof Palmeyî navê wî hate eşkerekirin berya çend salan miriye û loma ti doz lê nayê vekirin. Bi vî awayî dosyaya Palmeyî ku dosyaya herî mezin a dîroka Swêdê ye hatiye girtin.
Çi bûbû?
Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28ê sibata 1986ê de, saet 11-12ê li navenda Stockholmê hatibû kuştin. Gava Palme û jina xwe Lisbet Palme ji sînemeyê derketibûn li Sveavägen kesekî bi demançeyê ew kuştibû, guleyek bera jina wî jî dabû lê guleyê ew zeft nekiribû.
Ji wê demê heta niha li kujerê Palmeyî digeriyan. Yek ji şopên ku polîs herî zêde giraniya xwe dabûyê de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.
Derheqê kuştina Palmeyî de îfadeya zêdetir ji 10 hezar kesan hatibû girtin. Di nav van salan de 130 kesî gotibû wan Palme kuştine. (FD)