Fotograf: Hesabê Selahattîn Demîrtaşî yê Twitterê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bersiva pirsên Berîl Eskî, nûçegîhana Kisa Dalgayê daye.
Demîrtaş digel biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn nayê tehliyekirin û pênc sal in li Girtîgeha Edîrneyê tê girtin.
Demîrtaşî ji bo pirsa ku gotiye, “Hikûmet PKK û HDPyê wekhev dike, ji bo vê hûn çi dibêjin?” wiha bersiv daye: “HDP pirsa kurdan û PKKyê bi rengekî herî rast û bi perspektîfeke ku wê piştgiriya çareseriyê bike, penase dike, ev berovajî penasekirina dewletê ya fermî ye û ji ber wê HDPyê û PKKyê weke hev nîşan didin. Û şaşiyê dikin. PKK bi xwe jî HDPyê bi ti awayî weke berdevkê xwe an jî nûnerê xwe qebûl nake, lê hinek bi israr dixwazin HDPyê weke nûner an jî baskê siyasî yê PKKyê nîşan bidin.”
“Erdogan ji ber pêvajoya çareseriyê bidawî kiriye, poşman e”
Demîrtaşî gotiye ku li gorî nêrîna wî, di hişê Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) de “pêvajoyeke nû ya çareseriyê nîne”: “Ji xwe aşkere dibêje, ‘Pirsgerêka kurdan nîne’. Ji bo wê pirsgirêka ku li gorî wî nîne, wê çima pêvajoyeke çareseriyê bide destpêkirin? Bi vî tiştî re, ez bawer im ku Erdogan ji ber pêvajoya çareseriyê bidawî kiriye, hezar carî poşman e. Ji ber ku ji wê rojê û pê de nehat ser hemdê xwe. Xwest ku wê rewabûna xwe ya winda kiriye, bi otorîterbûnê pêk bîne. Ji xwe binyada wî li dijî demokrasiyê alerjîk e. Di van pênc şeş salên dawiyê de gelekî teriqî û bi wî rengî winda kir ku nikare bi şûn de vegere. Navê wî êdî li nav rûpelên dîrokê, weke serokekî otorîter hatiye nivîsandin û qediyaye.”
“Divê mixalefet ji hilbijartinê amade be”
Ji Demîrtaşî pirsîne ku “Gelo tu difikirî wê hilbijartina pêşwext çêbibe yan na?”, wî wiha bersiv daye: Li gor nêrîna min hilbijartin wê teqez di Hezîrana 2023yan de bibe. Divê hemû kes her gavê amade be.
“Divê mixalefet li gorî her ihtimalê amade be. Bi taybet mijara ewlehiya sindoqan, perwerdeya wezîfedaran û xebatên were wan, divê heta niha ji zû de bihata temamkirin.”
Demîrtaşî wiha dewam kiriye:
“Her weha di mijara îtifak û namzetan de jî qet nebe di prensîban de pêş-hevdîtin çêbibana û temam bibana. Divê stratejiyeke wiha hatibe fikirîn û plankirin ku dema biryara hilbijartinê hat dayîn bi lez û bez pêk were.
“Li şûna sernavên ku dibêjin ‘kuştinên siyasî’, ‘ger winda bike jî naçe’, ‘wê di hilbijartinê de dekan bike û bi vî rengî bi ser bikeve’, yên metirsiyê di nava dengdêran de çêbikin, zimanekî tijî hêvî û wêrekî ye û berxwedanê xurt bike divê bê bikaranîn.” (DŞ/FD)