Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê lîsteyeke ku tê de nasnameyên filistîniyên ku di navbera 7ê Cotmeha 2023-31ê Tebaxa 2024an de jiyana xwe ji dest dane eşkere kir. Di lîsteyê de navên 34 hezar û 344 filistîniyên ku 11 hezar û 983 jê zarok in yên ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin cih girt.
Di lîsteyê de navên herî kêm 710 pitikên ku ji 1 salî biçûktir ên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane jî cih girt.
Jin, zarok û kal û pîr
Hejmara jinên ku di êrîşên Îsraîlê yên li Xezeyê de hatine kuştin bû 6 hezar û 297.
Di daxuyaniya Wezaretê de hat destnîşankirin ku ji sedî 60ê Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê da mirine jin, zarok, kal û pîr in.
Her wiha navê 2 hezar û 734 Filistînîyên ji 60 salî mezintir jî di lîsteyê de cih girt.
10 hezar Filistînî winda ne
Cenazeyên gelek kesên li Xeta Xezeya ku Îsraîl ji 7ê Cotmeha 2023an vir va êrîşên xwe lê didomîne, ji ber astengiyên leşkerên Îsraîlê nikarin rakin nexweşxaneyan.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de 16 hezar û 795 jê zarok, 11 hezar û 378 jin û li ser hev 41 hezar û 226 Filistînî mirine, 95 hezar û 413 kes birîndar bûn û 10 hezar filistînî jî winda bûn.
(AS/AY)