Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê hilbijartina walîtiyê û serokê meclîsê 8 meh in ji ber nakokiyên siyasî nedihat kirin.
Duh (11ê Tebaxê) Meclîsa Bajarê Kerkûkê bi beşdariya 9 endaman li Bexdayê civînek li dar xist.
Endamên meclîsê 9 kes in. Jê 5 endamên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), yek Mesîhî û 3 jî Ereb in. Endaman ji YNKê Rêbwar Taha wek Waliyê nû yê Kerkûkê hilbijart.
Ji fraksiyona Erebî Mihemmed Hafiz jî weke Serokê Meclîsa Bajarê Kerkûkê hat hilbijartin.
Ji Eniya Tirkmenî ya Iraqê û 3 endamên Ereb û 2 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) beşdarî civînê nebûn.
Di 2023an de nehat hilbijartin
Hilbijartina Meclîsa Bajaran li Iraqê di 18ê Kanûna Pêşiya 2023an de hat kirin û encamên dawî di 28ê Kanûna Pêşiya 2023an de ji aliyê Encûmena Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ve hat pesendkirin. Lê belê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de waliyên Kerkûk û Diyalayê nehatin hilbijartin.
Di hilbijartina herêmî yên Iraqê de ku di 18ê Kanûna 2023an de hat kirin, ji bo Meclîsa Bajarî ya Kerkûkê Tirkmenan 2 kursî, Ereban 6, YNKê 5, PDKê 2 û Xirîstiyanan jî kursiyek bi dest xistibûn.
Di hilbijartina Meclisa Bajarî ya Iraqê de, ji YNKê Rêbwar Taha 29 hezar û 861 deng û Muhammed Hafiz jî 8 hezar û 666 deng bi dest xistin.
Rêbwar Taha kî ye?
Di sala 1981ê de li Kerkûkê ji dayîk bûye.
Xwendina xwe ya seretayî û navîn li Kerkûkê qedandiye.
Xwendina xwe ya lîsansê di beşa Hiqûqê de qedand.
Di sala 2014ê de wek parlamenter hat hilbijartin.
Di sala 2018an de bû Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê.
Ji bo Cîgirê Serokê Komîsyona Amadekirina Rêziknameya Navxweyî ya Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.
Di kongreyên 4 û 5emîn yên YNKê de wek endamê desteya cîbicîkar hat hilbijartin.
Kurdî, Erebî û Îngilîzî baş dizane.
(RT/AY)