Namezêtê MHPê û lîstîkvan Mehmet Aslan hat binçavkirin
Lîstîkvan Mehmet Aslan ku ji MHPê bûbû namzetê parlementeriyê bi îdiya ‘heqaret li serokomar kiriye’ hat binçavkirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / Îngîlîzî bitikîne
Lîstîkvan Mehmet Aslan di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Stenbolê derbarê wî de vekiriye de bi îdiya ‘heqaretê li serokomar kiriye’ hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Aslan ji ber twitên parvekiriye ve hatiye binçavkirin. Aslanê ku niha li Emniyeta Stenbolê tê girtin, tê payîn ku piştî nîvro ji bo îfadedayînê sewqî dozgeriyê were kirin.
Mehmet Aslan di dîziya ‘Doktorlar (Bijîşk)’ de lîstibû. Navbera salên 2014-2015an de bûbû Alîkarê Serokê Rêxistina MHPê ya Stenbolê. Di hilbijartinên dawî de ji MHPê li Stenbolê (herêma duyem) di rêza 4. de bûbû namzetê parlementeriyê.
(NV/YO)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.