Mûzakereyên ji bo Operasyona Reqqayê didome
Berdevkê serokkomariyê Kalinî eşkere kir ku mûzakereyên ji bo Operasyona Reqqayê didomin, hêj ne eşkere ye ka dê bi kê re çawa bê kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê Serokkomariyê, Îbrahîm Kalin îro di civîna digel rojnamegeran de li ser Operasyona Reqqayê axivî.
Kalinî got:
“Ji bo niho biryareka hatî dayin nîne ka kî dê çawa beşdarî wê Operasyona Reqqayê bibe. Ew pêvajoya mûzakere û şîrovekirinê hê didome.”
Ew fikra DYAyê ye
Kalinî li ser pirsa ka operasyon dê bi kê re bê kirin got:
“Bi YPG-PYDya dûvelanka PKKyê re hewildana têkoşîna li dijî DAIŞê wek em gulleyekê li xwe biteqînin e.
“Ji daxuyaniyên tê dayin eşkere dibe ku fikrên me digel Amerîkayê ji hev cida ne.
“Amerîka ji aliyekê ve dibêje em guh didin hessasîyetên Tirkiyeyê ji aliyê dî ve hewil dide bi YPGyê re karê xwe bidomîne.
“Em digel hemî dewletên mûtefiq tevdigerin.”
![]() |
Reqqa |
(AS/MB)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.